Traduction

jeudi 23 août 2007

Artêşa îranê amadekarîya xwe dike.

Rojnamê turkan bi kêfxweşîyek mezin operasyonê leşkerên îranê li sînorê Kurdistana başûr şîrove dikin. Artêşa Turkîyê hêvîdare wan operasyonên îranê dijî PJAKê (Baskekî leşkerî PKKê) ewên biben despêka şerêkî mezin himberê « terora » PKKê. Bi wî awayî, serdana Al Maliki Enqere wek gavakê sembolîk tixuyakirin.

Pêwîste mirov balaxwe bikşîne ser qonjonktura Rojhilata navîn. Li wê herêmê, miletê kurd herdem serkeftinek nû bi dest dixe û wan pêştabûnên rojane dibin sabebê hesûdîyan. Bê gûman, wan zordarîyen dewleta Turkîyê û Iranê Kurdan perîşan dikin. Wan rojan gelek gund tên valakirin û penaberî dest pêkirîye.

Bi pirranî Turkîye û Iran dixwazin dewleta ku Kurdan, li herêma Kurdistana Başûr, nû sazkirinin xerakin. Bi rastî, armanca wan dewletên zordar miletê Kurd ji holê rakin. Mirov dema difikire, dijwarîyên wan dewletan li himberê Kurdan wek dijwarîyên himbere mirovatîye dikare bibîne. Hejmara Kurdan 35-40 miliyone, çawa polîtîqak tunekirin dikare were meşandin ?

Iro li cîhanê tê xûyakirin, jîyana mirova gelekî erzan bûye. Roj bi roj, sedan û hezaran mirov tene kuştin. Nav van mirovananda kurd jî cih digre. Lê mixabin, kurd bi destê wan dewleten aşitîyê na xwazin tên qetil kirin û tenê armanca wan mileteke bi sed salan li ser axa Kurdistanê dijî ji holê rakin.

Em, miletê kurd hêvîdarin roja aşitîyê nêzîke û emê dikaribe bi hemû miletê Rojhilata navînra bi awayeke demokratîk bijîn. Heger operasyonên leşkerî dijî Kurdan nên rawastandin, mixabin ewê bibin sebeba jîyanek « sor » û bi tirs li Turkîyê, Surîyê û Iranê. Pêwîste şer raweste û mafên kurdan were naskirin.

Feqîyê Teyran.

Aucun commentaire: