Traduction

samedi 27 septembre 2008

Despêka pirsgirêkan di navbera Roj Tv û Kurd 1 de

Wek hemû kes dizanin, miletê Kurd di gelek beşan de bipêşveçûnên mezin û xurt nişan dide. Pirr caran em pirsgirêkên û pefçûnên di nav bera Kurdan de wek kimasiyek dibînin. Rast e, mirov dikare bêje ku di demek wusa de yekitiya gelê kurd gelekî gring e, lê yekitî nayê wateya ku em hemû kurd wek hev xebata xwe bidin meşandin. Cudayetî bingeha dewlemendiyê ye, lewma pêwîst e ku armanca me yek be, lê rêyên bervê vê armancê diçin dikarin cuda bin.

Roj tv û Kurd 1: cudayetiyek ideolojîk yan jî naverok û formatek cuda ?

Roj Tv televîzîyonek guhtejî ye û bi salan bernamên dewlemend pêşkeşî gelê kurd dike. Bêgûman, em bi xebata wan gelekî kêfxweş in.
Dema ku Kurd 1 despêka bermanên xwe da xuya kirin, ez wek kurdekî serbilind bûm. Em dikarin êdî bêjin televîziyonên me hene û em dikarin reqîbiyetîyê ji televîziyonên biyanî re bikin, bitaybetî ji televîziyonên gelê me asîmîle dikin.
Nûçeyên li ser pisgirêka di nav bera Roj tv û Kurd 1 hinek spekulatorên siyasî ên kurd kêfxweş kir. Mixabin spekulator bi hilweşandinê xwe xwedî dikin, spekulatorên kurd jî firsetên wusa digerin. Lewma pêwîst e ku em gelê kurd heşiyar bin û nekevin nav listikên spekulatorên siyasî. Pêwîst e ku em ji hemû televiziyonên xwe hez bikin û ji bo cudayetiyên wan rêz bidin.
Dewsa ku em kanalên turkan yan jî ereban û farsan temaşe bikin, em li kanalên xwe xwedî derkevin. Bêgûman, em ê rexnên xwe jî bikin lê ne bi devê spekulatoran.

Bila televîziyonên me nebin çekên teknolojîk ji bo birakujîyek nû.

Televîziyonên kurdî dikarin yekitiya Kurdan xurtir bikin?

Roj bi roj neyarên me dixwazin gelê me tune bikin û bi rastî jî hemû delfetên xwe bikar dînin. Bi sed salan gelê me berxweda lê mixabin televîziyon wek jahr tê kar anîn ji bo asîmilasyona Kurdan. Lewma pêwîst e ku em jî televîziyonên xwe wek antîdot li himberî siyaseta wan bixebitînin.
Pirsgirêkên di nav bera kurdan de û di nav bera sayizên wan de dikarin pozîtîv werin xuya kirin. Ji ber ku li hemû welatên demokratîk, cudayetî tê wateya dewlemendîyê. Em ji bîr nekin ku sînorên cudayetiyên me li kuderê diqedin. Dema ku yekitî pêwîst e, cudayetî bi dawî dibe yan jî bi dawî nebe, xeterî dest pêdike.
Iroj pêve, em dikarin bi hev bixebitin û alikariya hev bikin.

Bi kurtasî, ev pisgirêk pirsgirêkên hemû televîziyonan in lê em wek miletekî dikarin heşiyar bin ji bo ku nebin pisgirêkên miletê kurd.